Li Amedê Konferansa 100 Saliya Peymana Lozanê û Pêşeroja Kurdistanê hat lidarxistin

.

Li Diyarbekirê bi pêşangiya partiyên siyasî yên wek: Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK), Partiya Domkrat a Kurdistan (KDP-PDK)  û Tevgera Demokratîk a Kurd (TDK-TEVGER) '‘Konferansa 100 Saliya Lozanê û Paşeroja Kurdistanê’"; bi beşdariya lêkolîner û nivîskarên ku li ser vê mijarê kar û xebat kirine hat lidarxistin.

Konferansa 100 saliya Lozanê û paşeroja Kurdistanê, di 8’ê Tîrmehê de, li Diyarbekirê bi 2 rûniştinan birêve çû. 


Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran di destpêkê da li ser armanca konferansê û wateya Peymana Lozanê da kurte axaftinek kir.


Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Rûniştina yekem bi moderatoriya lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj birêveçû.
Seîd Veroj di derbarê Peymana Lozanê kurte axaftinek kir.


Di beşa yekem a konferansê da, rewşa gelê Kurd di serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî û avakirina Komara Tirkîyeyê de, gotarên ku di Peymana Lozanê de derbarê Kurd û Kurdistanê de ne û pêvajoya piştî wê hatin nîqaşkirin.

Di rûniştinan yekem de, Civaknas, lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Bêşîkçî, Nivîskar û lêkolîner Mehemt Bayrak, Ekrem Onen û Dr. Kirill Vertyayev li salona konferansê axaftinên xwe pêşkêş kirin. 

Nivîskar û lêkolînerê Kurd, Prof. Dr. Yaşar Abdulselamoglû bi rêya zoomê axifî. Nivîsa, nivîskar û lêkolînerê Kurd Hasan Yildiz jî ji alîyê sîyasetmedarê Kurd Yûsûf Aydin ve hate xwendin.

Lêkolîner û nivîskaran bal kişandin ku, bi peymana Lozanê kefenê mirinê li Kurdistanê hatiye ferzkirin û Kurd tune hatine hesibandin,  hem jî tûşî sîyasetên asîmlasyon û îmhayê bûne.

Di rûniştina piştî nîvro ya konferansê de serokê giştî yên partiyên siyasî ku konferansê lidarxistin, gotarên xwe pêşkêşkirin.

Di rûniştina ku bi moderatoriya Rêveburê HAK-PARê Hanîfî Eren hate li darxistin da,  Serokê Giştî yê HAK PARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Berdevkê TDK-TEVGERê Mehmet Can Azbay li ser Peymana Lozanê, siyaseta dewletên dagirker û dewletên mezin û tesîra wê li ser Kurdan da bîr û rayên xwe pêşkêş kirin. Ji bo ku Peymana Lozanê bê çirandin, nêrîn û fikrên xwe pêşkêş kirin. 

Siyasetmedarên Kurd  balê kişandin ku piştî 100 sal bi ser Lozanê de derbas bûye jî, pirsgirêkên ku Kurdan û Kurdistanê kiriye vê rewşê hêj jî berdewam dikin û radigihînin ku divê Kurd ji bo bidest xistina  statuya sîyasî ya welatê xwe, helwesta xwe zelal bikin û bi mildayîna hev xwe ji kefene mirinê rizgar bikin.

Rûpela Nû/Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin