Li Amedê kesek ji aliyê cendirmeyan ve hat kuştin

.

Li navçeya Çermûgê ya Amedê li Bakurê Kurdistanê, cendirmeyan bi îdiaya ku tevî hişyariyê ranewestiyaye gule welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî reşandine û di encamê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li gor nûçeya Amîda Haberê ya ku li Amedê weşanê dike, cendirmeyan îro danê sibê li Gundê Angacê ji bo Mikail Ekîncî yê 28 salî ku wek gumanbarê cinayeta ku 2 sal berê hat kirin operasyon li dar xist.

Li gor agahiyan dema Ekîncî dît ku cendirme hatin, bi motosîkletê xwestiye bireve. Li gor îdiayan Cendirmeyan ji Ekîncî xwestine raweste lê wî hewl daye birve û li ser ve yekê cendirmeyan gule berdane wî.

Ekîncî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Mamê Mikail Ekincî yê bi navê Alî Ekincî jî got: “Gava ku ew direve, ji paş ve guleyan berdidin wî. Yek fîşekê lê ket. Wan rasterast gule berdan dilê wî. Ew dever ne çiyayî ye, eger bixwesta dikaribûn bi saxî bigirtana. Em ê der barê vê bûyerê de serlêdana sûc bikin. Em dê dest ji vê yekê bernedin.”

Serdozgeriya Komarê ya Çermûgê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’