Li Amedê du herêm hatin qedexekirin

.

Li navçeya Pîran ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, herêma Çiyayê Gorus û herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan de bo 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatin ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand ku li navçeya Pîranê herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan û Herêma Çiyayê Gorus ji 19ê Gulana 2023 demjimêr 00:01 heta 2ê Hezîrana 2023an bo dema 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Parêzgarî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Biryara qedexeyê bi armanca, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina ewlehiya raya giştî, parastina asayîşa giştî û maf û azadiyên bingehîn û rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê hatiye wergirtin.”

Parêzgarî herwiha dibêje, çûna welatiyan bo “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” qedexe ye û kesên biçin dê rûbirûyê ceza bibin.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir