Li Amedê di 10 mehan de 45 pizîşkan koç kirine

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di sala 2021ê de 16 pizîşkan û di 10 mehên îsal de jî 45 pizîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyê daxwaza “belgeya rewşa baş” kirine.

Ligel guhertinên di çarçoveya “reforma sipî” ya desthilata AKPê de koça pizîşkan ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam e.

Li gor amarên Odeya Pizîşkan a Amedê di sala 2021ê de 16 pizîşkan ji bo wergirtina belgeya rewşa baş serlêdana odeyê kirine û ev hejmar di 10 mehên îsal de gihiştiye 45 pizîşkan.

Ev demeke koça pizîşkan ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojevê de ye û pizîşk li wî welatî ji ber şert û mercên xirab ên karkirinê û mûçeyê kêm li gor standartên cîhanê  dest ji erkê xwe berdidin û diçin welatên Ewropayê û welatên din ên cîhanê û li wê derê dest bi kar dikin.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk li seranserê Tirkiyê di 10 mehên îsal de 2 hezar û 153 pizîşkan ji bo biçin welatên din daxwaza belgeyê kirine û tê çaverêkirin ev hejmar heta dawiya salê bigihe 2 hezar û 500 pizîşkan.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca jî meha borî ragihandibû ku di sala 2022an de li seranserê Tirkiyê 2 hezar û 239 pizîşkên pispor û 955 pizîşkên din dest ji karê xwe berdane.

Kurdistan Haberleri

DIAKURD: Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
Nêçîrvan Barzanî: Divê rê neyê dayîn ku Şingal bibe qada milîs û komên çekdar
Şaxewan Ebdullah: Hikûmet êrîşkarên li dijî Herêma Kurdistanê nas dike
Tanrıkulu: Rêxistina perwerda Kurdî ne şaredariya CHPê, qeymeqamî girtiye
Bafil Talebanî: Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e