Li Amedê defîleya cilên ji bîber, bamya û genim hat lidarxistin

.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kompanyayekê ji bîber, bamya û genim cil çêkirin û ji bo danasînê wan cîlan li kolanên dîrokî defîle li dar xist.

Li Amedê kompanyaya ku kirasên bûkaniyê çêdike, bi simbilên genim, bîber û bamyayên hişkkirî cil çêkirin.

Xwediyê Kompanayayê Mehmet Kaymak li navçeya Sûrê, li ser Kolana Yenîkapiyê ku Minareya Çar Ling a dîrokî û Dêra Ermeniyan a Surp Giragos lê ne, bi mankenan, berhemên xwe derxistin defîleyê.

Di defîleyê de zebeşê Amedê yê tescîlkirî jî di defîleyê de wek aksesûar hat bikaranîn.

Model bi cil û bergên dîzaynkirî demekê li kolanê geriyan.

Welatiyan eleqe nîşanî pêşandana defîleyê da û bi telefonên xwe defîle tomar kir.

Mehmet Kaymak diyar kir ku bi ekîba xwe re piştî xebata 10 rojan 6 cil û bergên cuda dîzayn kirine.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan
KURD SED SAL BERÊ ÇIMA NEBÛN DEWLET Û REWŞA ÎRO?
Komeleya Zehmetkêşan: Bi mûşekan êrişî me hat kirin, birîndarên me hene
Rola Bakurê Kurdistanê di têkoşîna Başûrê Kurdistanê de
Hewlêr: Bexda rêyê nade benzîn derbazî Herêma Kurdistanê bibe