Li Amedê Bi Navê 'Geşedanên Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê' Konferansek Pêk Hat

.

Bi piştgirîya HAK-PAR, PAK, PDK, PDK-BAKUR, PSK, TDK-TEVGERê di roja 07.01.2023an de li Amedê bi navê 'Geşedanên Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê' konferansek hat li dar xistin.

Moderatorê konferansê Serokê PDK-Bakur Serhat Bucak bû. Serokê PSKê Bayram Bozyel û Lêkolîner Nivîskar Seîd Veroj û Parêzer Sedat Çınar wek axaftvan beşdarî konferansê bûn.

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî û nûnerên partiyan beşdarî Konferansa ku li salona konferansê ya Odeya Bazirganiyê ya Amedê hat lidarxistin bûn.

Li aliyê din ve Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ku yek ji axaftvanan bû ji ber nexweşiya xwe nikarîbû  beşdarî konferansê bibe.

Ji Başûrê Kurdistanê Sekreterê Giştî yê Hizba Şûî Dt Kawa Mehmûd û endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan Bêkes Qadir jî wek mêvan beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû. 

Paşê peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê hat xwendin. Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ji bo piştgiriyê sipasîya pêkhatiyên konferasê kir û xwest Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bibin yek, bila dengê wan li hemû cîhanê bê bihîstin, bila ji bo azadiya xwe têbikoşin.
 
Paşê Serokê PSKê Bayram Bozyel û Lêkolîner Nivîskar Seîd Veroj û Parêzer Sedat Çınar gotarên xwe pêşkêş kirin. 

Konferans bi pirsên beşdaran û bersivên axaftvanan bi dawî bû. Konferans nêzî sê saetan meşiya. Beşdaran sipasiyên xwe pêşkêş kirin.

Rûpela Nû/Amed

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?