Li Amedê alîkarîyên PAKê yên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam in

.

Rêvebir û endamên Teşkîlata Amedê ya PAKê ji roja 6ê sibatê ve heta îro, ji alîyekî ve seredana wan cîhên ku di erdhejê da rûxane dikin, ji alîyekî ve jî xebatên xwe yên ji bo alîkarîyên mexdûrên erdhejê didomînin .

Alîkarî ewilî li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji hev têne cuda kirin. Paşê jî li wan mexdûrên ku hatine tesbît kirin têne belav kirin.

PAK ji îro pê ve dê alîkarîyên xwe di bin navê Platforma Alîkarîyê ya Ji Bo Mexdûrên Erdhejê ku ji alîyê PAK(Partîya Azadîya Kurdistanî), PDK(Partîya Demokrat a Kurd), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGERê(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ve hatîye ava kirin bimeşîne.

09.02.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye