Li Amedê agirê daristanê hat vemirandin lê li Mêrdinê berdewam e

.

Agirê daristanê yê ku doh li navçeya Licê ya Amedê derketibû hat vemirandin. Hewla vemirandina agirê li Mêrdinê jî berdewam e.

Li taxên Tepe, Kabakaya û Kutluyê yên Licê doh li nêzîkî qada daristanê û baxçeyan ji ber sedemeke nediyar agir derket.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rêveberiya Dezgeha Daristanê ya Amedê, Şaredariya Licê û Şaredariya Karazê hewl dan agir vemirînin.

Ekîbên agirkujê yên şaredariyan, karkerên daristanê û cendirme bi hev re xebitîn û agir hat vemirandin.

Xebatên sarkirinê berdewam dikin.

Di şewatê de 5 hektar daristan û 10 hektar jî çêre xisar dît.

Li Mêrdinê hewlên vemirandina agir berdewam in

Ji aliyê din ve ji asîman û bejahiyê ve hewlên vemirandina agirê ku li navçeyên Artuklû û Şemrexê yên Mêrdînê li daristan û qadên pûş ketibû, berdewam in.

Li taxên navçeyên Artuklû û Şemrexa Mêrdînê ji ber sedemên ku hîn jî nayên zanîn agit derket.

Ji bo agirê ku li gundê Elmabahçeya Artukluyê û Kişlak û Gumuşyuvaya Şemrexê berdewam e, ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mêrdînê çûn cihê şewatê.

Ekîb hewl didin ku şewata ku bi bandora ba belav dibe ji asîman û bejahiyê ve vemirînin.

Bi piştevaniya gundiyan jî ji bo vemirandinê xebat berdewam in.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin