Li Amedê agir bi avahiyekê ket: 3 jê zarok 4 kes mirin

.

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyeke 13 qatî ket.

Di bûyerê de 3 jê zarok 4 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan danê êvara li taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê ji ber sedemeke nediyar agir bi avahiyeke 13 qatî ket.

Ji ber şewatê hinek welatî di avahiyê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman ji bo vemirandina agir û derxistina kesên ku di avahiyê de asê mane dest bi xebatan kir.

Kesên ku di avahiyê de asê mabûn bi vîncê hatin rizgarkirin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu destpêkê ragihand ku 3 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûne.

Murat Zorluoglu piştî daxuyaniya xwe ya yekem daxuyaniyeke din da ku zarokekî din miriye û got:

"Mixabin di erefeya Cejna Qurbanê de em li Diyarbekirê rûbirûyî bûyereke gelek biêş hatin.

Vê êvarê demjimêr derdora 18:30ê li navçeya me ya Kayapinarê di encama agirê bi avahiyeke 13 qatî ketiye de ku sedama wê nayê zanîn, mixabin 3 ji wan zarok bi giştî 4 welatiyên me ji ber dûxana agir canê xwe ji dest daye."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle