Li Amed Û Mêrdînê Şer Derket

Li sînorê herdu parêzgehên Amed û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê, di navbera hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket.

Li sînorê herdu parêzgehên Amed û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê, di navbera hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket. Tirkiyê ragihandiye, di encama şer û pevçûnan de, 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin, ku yek ji wan berpirsekî “Eyaleta Mêrdînê” ye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di derbarê birêveçûna operasyonên li herdu parêzgehên Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li devera Gorese ya ser bi Amedê ve di navbera hêzên ewlekariyê yên wî welatî û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kiriye, di encama şerê li Amedê de, 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku li qezaya Artuklu ya Mêrdînê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyon hatiye encamdan û di encama wê operasyonê de, ji berpirsên “Eyaleta Mêdînê” yên PKKê, Berpirsê PKKê yê li Savurê yê bi navê kod “Azad” hatiye kuştin.

Derbarê wê yekê de PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.

 

Li Artukluyê qedexe

 

Li aliyekî din, li hawirdora qezaya Artuklu ya ser bi Mêrdînê ve, ji duh Duşemiyê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin, ku heta niha jî ew qedexe berdewam e.

Walîtiya Mêrdînê duh di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, bi sedema birêveçûna operasyonan li herêmê, ji saet 14:30an pê ve heta derketina biryareke din, li hawirdora qezaya Artukluyê qedexeya derkrtina derve û hatin û çûnê tê ragihandin.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da