Li Almanyayê Roja Ala Kurdistanê bi Coş Hat Pîrozkirin

.

Îro roja 17,12,2021an bi helkefta roja Ala Kurdistanê li bajarê Almanyayê Bremenê çalakiyek bi meşa Ereba/tûrimbêlan hat organîze kirin.

Kurdên ku li ser banga Komîteya Hevkariya Kurdên Bremenê kom bûn, ji çend bajarên Ewropayê hatin Bremenê û bi coşekî mezin roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.

Kesên ku siwarê erebeyên xwe bûn, di destê wan de Ala Kurdistanê di nav barjarê de gerîyan û bi coş roja Ala Kurdistanê pîroz kirin. 

Kurdên li derûdor bûn jî bi çepikan hevkarî dan çalakvanên Kurdistanê.  

Gava ku gera erebeyan qedîya, koma çalakvanan hat cem hev û bi Ala Kurdistanê û bi hev re wêne kişandin

17,12,2021 / Hevkariya Kurdên Bremenê

Rûpela Nû / Bremen

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle