Li Almanyayê keça Pêşmergeyekî weke Wezîra Dewletê ya Koç û Hemahengbûnê hat hilbijartin

.

Keça Pêşmergeyekî Herêma Kurdistanê Reem Ebalî, li Almanyayê, di hikûmeta nû ya federal de weke Wezîra Dewletê ya Koç û Hemahengbûnê hat hilbijartin.

Ebalî, wek malbateke Keldanî ya koçberê Rûsyayê bûye, di sala 1996ê de bi malbata xwe re derbasî Almanya bûye.

Ebalî wek berpirsa hemahengbûnê li eyaleta Mecklenburg Vorpommern peywirdar bû û 26ê Îlona 2021ê hilbijartinên li Almanyayê pêk hatin de, ji partiya SPD wek parlamenter hat hilbijartin.

Reem Ebalî li Zankoya Hur a Berlînê, beşa Zanista Siyasete xwend.

Bavê Ebalî di dema rejîma Beis a Iraqê de, yek ji Pêşmergeyên li hember rejîma Sedam Husên şerkiriye ye.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin