Li Akrê ya Paytext Newroz bi heybet hat pîrozkirin!

.

 Li paytexta Newrozê Akrê ya navçeya Duhokê ya Başûrê Kurdistanê îsal jî Newroz bi heybet hat pîrozkirin.

Ji her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd herikîn Akrê û îşev ciwanan bi sedan meşaleyên agirê Newrozê li dora çiya gerandin.

Di pîrozbahiya şeva 20 Adarê şeva 21ê Adarê ya Cejna Newrozê de, ala Kurdistanê ya rûbera wê 100 metre bû, di demjimêrên êvarê de ji aliyê ciwanan ve li ser çiyayê Girê Top, Kelê û Kela Kewvîn hat hildan.

Herwiha bi fîşekên rengîn jî asmanê Akrê hat xemilandin û şahiya Cejna Newrozê gihîşt lutkeyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle