Li Akrê û Berdereşê li dijî êrîşên Îranê xwepêşandanên girseyî dest pê kirin

.

Li deverên Akrê û Berdereşê li dijî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê xwepêşandaneke girseyî tên kirin.

Welatiyekî Akrê ji K24ê re got: “Xelkê Akrê û Berdereşê êrişên mûşekî yên pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê - Hewlêr şermezar dikin ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna sivîlan. Di vê xwepêşandanê de em peyama nerazîbûnê ji cîhanê re dişînin, da ku bi hincetên curbicur ev êrîş li ser xaka Herêma Kurdistanê dubare nebin.”

Welatiyekî din ê bajarê Akrê ji K24ê re got: “Ez weke xelkê devera Akrê bi tundî êrişên Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar dikim, em qebûl nakin ku Îran êrîşî Hewlêr, Silêmaniyê yan bajarekî din bike. Em ji hemû welatên cîhanê re dibêjin ku em serê xwe li ber ti kesî û welatê ku zilmê li me kurdan bike, natewînin.”

Xwepêşanderekî din jî ji K24ê re got: “Peyama me ji hemû cîhanê re ew e ku bizanibin ew zilma ku li me hatiye kirin, ne rewa ye û bê hincet tê kirin.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle