Li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê 200 karkerên DEDAŞê ji kar hatin derxistin

.

Kompanya Elektrîkê ya Dicle (DEDAŞ) li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê nêzîkî 200 karkerên nerazî ji kar dûrxistin ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe kirine û li dadgehê gilî tomar kirine.

Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, roja 21ê Temûzê karkerên Kompanya Elektrîkê ya Dicle ku weke DEDAŞ tê naskirin, bi armanca zêdekirina mûçeyên xwe xwepêşandan saz kirin.

Karkerên Kompanya DEDAŞê ku bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê elektrîkê dabîn dike, bi armanca daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û baştirkirina mafên kar roja 21ê Temûzê neçûn ser kar li pêş avahiyên DEDAŞê xwepêşandan kirin.

Li parêzgeha Rihayê DEDAŞê bi hinceta ku beşdarî xwepêşandana protestokirina DEDAŞê bûne 50 karker ji kar dûrxistin û rê neda karker biçin ser karên xwe.

Karker bi rêya peyama telefonê (SMS) hatin agahdarkirin ku ji kar hatine dûrxistin. Pasevanên DEDAŞê roja 24ê Temûza 2023ê rê nedan karker derbasî nav avahiyê bibin.

DEDAŞê li Amedê roja îna borî nêzîkî 30 karkerên nerazî derxistine. Karkeran jî ragihandiye ku ew dê xwepêşandaên xwe berdewam bikin û dest ji mafên xwe bernadin.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da