Li 50 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 52 hevwelatiyên Belûç hatine bidarvekirin

.

Nasnameya zêdetir ji 52 hevwelatiyên Belûç ku li heyama 50 rojên derbasbûyî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin, hatine tomarkirin

Pêka rapora Kempêyna Mafê Mirovî li Belûçistanê, ji 19ê Xakelêwe heta 5ê Cozerdana îsal, zêdetir ji 52 girtiyên Belûç li girtîgehên rêjîmê li seranserê Îranê de hatine bidarvekirin, beşek ji wan bidarvekirinan, bi awayê nihênî anku bê agehdariya malbat û parêzerê wan û hevdîtina dawî digel malbatê bûne.

Herwisa li dosyeyên piraniya wan girtiyên bidarvekirî de xalên cihê şik û guman, nerohn û bê belge hene û nerohnî li şêwaza dadgehîkirin, şêwaza rohnkirina tohmetan û mafê hebûna parêzer, li piraniya wan haletan de têne dîtin.

Pêka vê raporê ku nav nasnav û zanyariyên girtina wan jî tomar kiriye, ji koma wan 52 bidarvekirinan, 5 girtî bi tohmetên siyasî û ewlehî, 32 girtî bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, 14 girtî bi tohmeta kuştina bizanebûn û girtiyek bi sedemek nexuya, hatine bidarvekirin.

Li sala 1403 a Rojî de zêdetir ji 111 girtiyên Belûç hatine bidavekirin û îsal jî 52 girtiyên din ên Belûç li tenê li heyamê 50 rojan de hatine bidarvekirin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK