Li 50 bajaran operasyon; 400 kes hatin desteserkirin

.

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ev demeke di bin navên oparasyonên cuda de gelek kes tên desteserkirin û girtin. Îro li gelek bajaran bo desteserkirina 502 gumanbaran operasyoneke hevdem hat destpêkirin û ji wan heta niha 400 kes hatine desteserkirin.

Îro Sêşembê 6ê Kanûna 2022ê li 50 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di bin navê “Oparasyona Silindir” de ji 502 gumanbaran 400 kes hatin desteserkirin û bi girtina 102 kesên din operasyon berdewam e. Derbarê oparasyonê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu daxuyaniyek da.

Soylu ragihand ku wan vê sibê bi awayekî hevdem li dijî 55 rêxistinên tawanan li 50 bajaran dest bi "Oparasyona Silindir" kirine û heta niha 400 kes desteser kirine.

Soylu da zanîn ku sala 2022ê di operasyonên cuda de 2 hezar û 703 kes desteser kirine û ji wê hêjmarê 842 kes hatine girtin.

Soylu herwiha diyar kir ku 155 kes bi tohmeta bazirganîkirina bi çekan hatine desteserkirin. Hinekan ji wan bi rêya gef û tirsandina xelkê xerac ji welatiyan distandin û heman grûpan bi rêya revandin, kuştin û gefan dest danîne ser hotel û avahiyan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îddîa kir ku di wan oparasyonan de 66 rêxistinên tawanan hatine hilweşandin, lê navê ti rêxistinekê neda.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt