Li 308 navçeyên Bedlîsê qedexe hat ragihandin

.

 Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê û 3 bajarokên wê  308 navçe di bin vavê “Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî” de bi hinceta têkoşîna dijî terorê bo dema salekê hatin qedexekirin. Qedexeyên Tirkiyê yên bi hincetên cuda li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî nabin.  

Herî dawî Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand, 308 navçeyên dikevin nav sînorên navenda parêzgeha  Bedlîsê û navçeyên wê yên Tetwan, Mûtkî û Xîzanê, bi hinceta têkoşîna dijî terorê di bin navê “Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî” de, ji 1ê Çileya  2022 heta 31ê Kanûna 2022an hatine qedexekirin. 

Ev di demekê de ye li Dêrsimê jî di 3ê Çileya 2022an de 4 navçe bo dema salekê û  li Colemêrgê jî 4ê Çileya 2022an  11 navçe bo dema 15 rojan hatibûn qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin