Li 29ê Gelawêjê, çendîn kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çûn

.

Kombûnên nerizayetî ya perestaran li çendîn bajarên Îranê yên wek Meşhed, Îsfehan, û ehwazê de berdewam in û hejmareke din ji peresdaran li bajarên din ên Îranê tevlî wan kombûnên nerizayetî bûn.

Roja Duşemî 29ê Gelawêjê, perestaran li pêvajiya kombûnên nerizayetî ya Perestaran li nexweşxaneyên bajarê Meşhedê ên wek nexweşxaneya “Wilayet, Îmam Riza, Haşimînijad û nexweşxaneya taybet bi çav a Xatemulenbiya” kombûna nerizayetî lidar xistin.

Rêjîma Îranê li nexweşxaneya Wilayet a bajarê Meşhedê de hêzên hov û serkutker ên întizamî li derdora kombûna wan perestaran de cihgîr kiribûn.

Herwisa rêpîvana peresdarên nexweşxaneya Îmdad a bajarê Meşhedê jî bo nîşandana nerizayetiyê bi rê ve ço û perestarên nexweşxaneya Kaşanî ya bajarî Îsfehanê jî tevlî kombûnên nerzayetî ya perestaran bûn.

Herwisa perestarên parêzgeha Xûzistanê li rûberûyê parêzgariya Ehwazê li germaya 50 pileyî de kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Peresdaran daxwaziyên xwe ên wek: “hilveşandina Heyeta Omena û perwerdeya pizîşkî ji wezareta tendirûstî, hiqûqê taybet ên zêdekirî ya perestaran bi 3 qatîkirin û tomarkirina karên perestaran bi awayê 3 qatî bi pêka erkê pêspartî li nexweşxaneyan û bi awayê tomarkirina karê her persdarî bi navê wî, birêvebirina yasaya karên dijwar bi awayekî tevav bo perestaran, hilveşanda bac ji karên pêspartî, zêdekirina zêdekirina mirexesî vbi qasî rojên pişû û kêmkirina demjimêrên karî yên demsalî ya hemû karmendaên hikûmî bo çendemîn car dubare kirine.

Li vê rojê de karmendên pêtrokîmiya gazê ya Fecir li bajarê Bûşêhrê, kombûna nerizateiyê lidar xistin.

Heta niha rêjîmê û berpirsên pêwendîdar, ti bersivek bi wan neraziyan nedane.

Çavkanî: Kürdistan Media 

Kurdistan Haberleri

Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan
Duyemîm mamosta bi hêceta starndina sirûdek Kurdî ji kar hate derxistin
Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne
Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin
DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’