Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin

.

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Gabar, Çiyayê Tenîn û hinek herêmên din bo dema 15 rojan wek “herêma ewle ya taybet a demkî” hatin ragihandin û çûnûhatina wan herêman hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku çend herêmên cuda yên parêzgehê bo dema 15 rojan wek “herêma ewle ya taybet a demkî” hatine diyarkirin û bi roj û şev çûnûhatina wan herêman hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Bi armanca rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê û rewşên nerênî û dabînkirina ewlehiya neteweyî, ewlehî û rêkxistina raya giştî di çarçoveya Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewle de herêma Çiyayê Cûdî ya di navbera navenda Şirnex û Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê û herêma Besta, Çiyayê Gabar, Çiya Gur, Kureşîn, Kela Memê, Çiya Zêr, herêma gundê Dol û Tenîn di navbera 16-30ê Gulanê de bo dema 15 rojan wek `herêma ewle ya demkî` hatiye ragihandin.”

Qedexekirin di demekê de ye, debara jiyana beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê li ser ajeldariyê ye; navçeyên hatine qedexekirin jî ew navçe ne ku ajeldar gelekî sûdê ji wan werdigrin bo çêrandina pezên xwe.

Herwiha ragihandina qedexeyê li wan deveran di demekê de ye ku roja Sêşemê 16ê Gulana 2023an li devera Besta şer û pevçûn di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketibû. Li gor daxuyaniyên Wezareta Berevanî û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di encama şerê li Bestayê de 4 leşker û cerdevanek hatine kuştin, herwiha 3 endamên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin