Leşkerên Tirkiyê kesekî ji Tirbespiyê kuşt

.

Koçberekî gundê Mizgeft yê Tirbespiyê li ser sînorê bakurê Kurdistanê hat kuştin, çekdaran cenazeya wî radestî malabata wî nekirin, ew li Serê Kaniyê veşartin.

Roja 25ê vê mehê, welatiyê bi navê Memdûh Ehmed Mûsa xwestibû bi rêya Serê Kaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û ji wir xwe bigihîne Ewropa, lê cendirmeyên Tirkiyê li nêzîkî gundê Ezîziyê yê Serê Kaniyê ew gulebaran kirin û kuştin, piştre ji bo nexweşxaneya Rihayê hat şandin.

Piştre cenaze radestî bo pismamekî wî hat radestkirin û vegerandin Serê Kaniyê, lê çekdaran rê nedan ew cenaze ji bo gundê Mizgef bê şandin û neçar bûn li wir veşêrin.

Memdûh 38 salî bû, li Libnanê kar dikir, vegeriyabû Tirbespiyê û dixwest biçe Ewropa.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle