Leşkerên Tirkiyê 4 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi tundî îşkencekirin

.

Leşkerên pasevanên sînor ên Tirkiyê 4 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi tundî îşkencekirin û piştî lêdaneke tund ew avêtin aliyê sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, li gundewarê bajarê Dirbêsiyê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, leşkerên pasevanên sînor ên Tirkiyê, 4 ciwanan li aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê girtin û bi dar û keblan dane ber lêdaneke tund.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê 4 ciwanên ku hewl dabûn ji Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê rastî îsşkencekeye tunda hatine piştî îsşkenceyê, ew bi rewşeke xirab avêtine aliyê Rojavayê Kurdistanê.

Ji destpêka krîza Sûriyê, Adara 2011yan ve, heta 2yê Gulana 2022yan, hejmara kesên Sûrî ku bi guleyên leşkerên Tirkiyê li ser sînor hatine kuştin gihiştiye 530 kesî, ji wan 102 zarok û 67 jin. Hejmara kesên ku hatine birîndarkirin jî, gihiştiye 1 hezar û 503 kesî. Ew hemû kuştî û birîndar jî, yan nişteciyên navçeyên nêzîkî sînor bûn yan jî koçberên Sûrî yên ku hewl dida sînor derbas bikin.

Herwiha tê zanîn ku Tirkiyê dîwarekî sînorî yê ji betonê bi dirêjiya 911 kîlometreyan di nav bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava kiriye.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn