Leşkeran agir berda çiyê û temaşe kirin

Li Mêrdînê leşkerên tirk argir berdan çiya, bax û bostanên welatiyan. Li herêma ku agir zerarek mezin da welatiyan û xwezayê, leşkerên û cerdevanan tenê agir temaşe kir.

Li Mêrdînê leşkerên tirk argirberdan çiya, bax û bostanên welatiyan. Li herêma ku agir zerarek mezin da welatiyan û xwezayê, leşkerên û cerdevanan tenê agir temaşe kir

Li gundê Bafava yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê agir bi daristan, dahl û rezên welatiyan ket û zerarek mezin da welatiyan. Ji ber ku agir nehat vemirandin, agir li gundên Xirba Şeyhmahmud, Bîra Mezrê, Şûrê û Edo belav bû û daristan, dehl û rezên welatiyên gundan tev şewitî. Ji ber ku maşîneyên agir vedimirîne û yekîneyên îtfaiyê têr nekirin agir belav bû. Heta ku welatiyan agir vemirand, qadek mezin şewitî û agir zerarek mezin da bag û bostanê welatiyan. Piştî hewldana welatiyan û yekîneyên agirkujê, şewata li gundê Xirba Şêx Mahmûd di saetên şevê de hat vemirandin. Agirê ku heta sînorê navçeya Mahsertê belav bû, piştî agir gihşt sînor leşker ketin nava tevgerê. Piştî gundiyên herêmê li hev kom bûn bi zorê hat vemirandin.

Agirê li herêma Bafava didome. Hat diyar kirin ku leşker û cerdevan li vir mudaxale nakin û tenê temaşe dikin. Herêma ku agir pê ket dahl, rez û bostanên welatiyan zerarek mezin dît.

Siyaset Haberleri

Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, digel Partiya Demokrat-Mesîhî ya Alman
Îranê li Îraqê hucreyên nû yên veşartî ava kirin
Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê: Peymana Îran û Amerîkayê tê gotûbêjkirin
Polîsan ji ber nivîsa bi Kurdî dest danî ser çenteyê rojnamegerekê