Lêkolînên li ser Kelha Heranê berdewam in

.

 Li parêgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kar û barê kolana Koşka Heranê berdewam e. Koşk di nava Keleha Heranê de ye û li gorî dîroknasan ew di Serdema Navîn de hatiye avakirin.

Li navçeya Heranê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kolandin û paqijkirina li Koşka Heranê ku 9 sal in berdewam in ber bi dawiyê ve diçin û tê plankirin sala bê bo serdana geştyaran bê vekirin.

Serokê kar û xebata kolandinê amaje bi wê yekê dide ku destpêka îsal 4 odeyên girêdayî holê dîtine û heta niha yek ji wan vekirine.

Serokê Kar û Xebata li Koşka Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal dibêje: “Ev odeya me vekir firehiya wê nêzîka 5 metre û 7 metre jî bilind e. Girêdayî vê odeyê me odeyeke din jî dît ku wek odeya xewê hatiye bikaranîn. Em difikirin ku ev ode yên rêveberên bajêr û fermandaran bin.”

Di kolanên li vê derê de bo veguhestina axê sîstema bantê ya otomatîk ku 60 metre ye tê bikaranîn û ax rasterast bo derve tê şandin.

Prof. Dr. Mehmet Onal herwiha got: “Niha kes nikare serdana Koşka Heranê bike, ji ber kar û xebatên kolandinê berdewam in. Lê em plan dikin ku pireke bi daran çêbikin. Sala borî me bermahiyên pirekê dîtibûn û me bo wê projeyek amade kir. Dema ev proje bê cîbicîkirin dê sala bê geştyar bikaribin koşkê bibînin.”

Li gor pêşbiniya dîroknasan perestgehên Sin û Sabiyan ku dîroka wan vedigere berî 3 hezar salan jî di Koşka Heranê de hene lê heta niha derbarê wan de ti bermahî nehatine dîtin.

Bi gotina rêveberên kar û xebatên kolandinê ji bo koşk li ber geştyaran bê vekirin tê plan kirin pireke bi dirêjahiya 25 metre û 10 metre bilind ji zemînê bo qata duyem bê çêkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive