Lêkolînek: Li Tirkiyê ciwan bêhêvî ne

.

 Li gor lêkolînekê di sala 2021ê de ji her 3 ciwanan yekê wan ji paşeroja Tirkiyê bêhêvî ne û ji sîyaseta klasîk dûr in.

Şaxa Tirkiyê ya Komeleya Konrad-Adenauer-Stiftung lêkolîna xwe ya di navbera 20ê Gulan û 10ê Ilona 2021ê  bi navê “Lêkolîna Ciwanan a Tirkiyê 2021ê” eşkere kir.

Rapirsî li 28 parêzgehan  ligel 3 hezar û 243 ciwanên temênê wan di navbera 18 û 25 salî de ye û  ji wan re tê gotin nifşê Z hatiye kirin. Li gor amarên rapirsiyê ji her 3 ciwanan yek ji wan ji Tirkiyê bêhêvî ne û ji sedî 72.9ê wan gotine eger derfet hebe dixwazin li welatekî din bijîn û herî zêde welatê  ku dixwazin lê bijîn Almanya ye. Herwiha beşek ji ciwanan jî gotine xwezî rewşa Tirkiyê baş bibe û neçar nebim biçim welatekî din.

Li gor amarên lêkolînê ji %62.8 ciwan paşeroja Tirkiyê baş nabînin û rêjeya ciwanên ku bi giştî bêhêvî ne ji %35.2 ye. Wek sedema bêhêvî bûnê jî rewşa aborî, bihabûna jiyanê, enflasyon, bêkarî û tirsa egera krizeke aborî ya mezintir hatine diyar kirin.

Di rapirsiyê de tê gotin ji %3,7 ciwan ji siyasetmedaran, ji %4.4 ji partiyên siyasî û ji %6.9 ji rojnamevanan bawer nakin û herî zêde baweriya xwe bi hêza artêşê (%61.8) û kesên zanist (%70.3) tên.

Li gor amarên fermî yên dawî li Tirkiyê hejmara ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 24 salî de ye gihîştiye 12 milyon û 893 hezar û 750 kesî û ev jî ji %15.4 yê nifûsa giştî ye.

Li gor amarên herî dawî yên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji %20.8 ciwan yanî ji her 5 ciwanan yek ji wan bêkar e. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilbijartina 2023ê de nêzîka 5 milyon ciwan dê cara yekemîn dengê xwe bikarbînin.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin