Lêkoler û nivîskar Mûrad Ciwan li Wanê konferansek li dar xist

.

Lêkoler û nivîskar Mûrad Ciwan do, roja 12.08.2022yê li Wanê, di hola avahîya şaxa PAKê ya Wanê da konferanseke bi du mijaran li dar xisrt.

Mijara yekem: Gelo Selçûqî Dewletekî Serbixwe Bûn, Yan Hikûmeta Dewleta (Xelîfetîya) Ebbasîyan Bûn,

Ya duhem jî: Piştê Referandûmê Pirsa Kurd û Kurdistanê bû.

Mûrad Ciwan, di mijara  Gelo Selçûqî Dewletekî Sebixwe Bûn, Yan Hikûmeta Dewleta (Xelîfetîya) Ebbasîyan Bûn da gelek agahdarîyên dîrokî anî  ziman.

Dîsa Mûrad Ciwan di mijara  Piştî Referandûmê Pirsa Kurd û Kurdistanê da jî li gor nêrînên xwe mijar nirxand.

Mûrad Ciwan di derbarê van herdu mijaran da ahagdarîyên girîng da û fikir û tesbîtên xwe bi beşdarên konferansê ra parve kir.

Di berdewamîya konferansê da, di beşa pirsan da, beşdaran jî bi pirs û têbinîyên xwe konferansê dewlemend kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek û Rêvebirên PSKyê, gelek lêkoler, nivîskar û weşangerên Kurd yên wek Zîya Avci, Îhsan Çolemerîk, Salih Dîndar, Xalid Sadinî, Îdrîs Kaval, Abdûlkadîr Bîngol, Mamoste Hanîfî û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û endam û rêvebirên PAKê û gelek welatparêzên hêja beşdarî konferansê bibûn.

Herçend, hewa gelek germ û hola konferansê teng bû jî, konferansê 4 saetan ajot û eleqeyeke baş hebû.

Piştî Konferans qedîya beşdaran  demeke dirêj behsa konferansê di nav xwe da nirxandin.

Rûpela Nû/WAN

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle