Lehî û baranê herî zêde bandorê li qurbaniyên erdhejê kir

.

Di lehiya roja 15ê Adarê ya parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê herî zêde bandorê li qurbaniyên erdhejê kir. Hejmara welatiyên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihişte 17 kesan û bi sedan mal û kon di bin avê de man.

Li kampeke mexdûrên erdheja 6ê Sibatê ya li gundê Gelbulasin ê girêdayî navçeya Bêhiştî ya Semsûrê, robar bi çend metreyan ji kampê dûr e.

Roja Çarşemê ji ber barana zêde bi ser de çû û lehî rabû. Lehî gihişt kampê û beşek çadirên welatiyan di bin avê de man.

Qurbaniya erdhej û lehiyê li Semsûrê dibêje “Lehî gelek xirab û me qet nikarî derbikevin derve. Te digot qey dê çadiran bifirîne. Li aliyê piştê robarek hebû. Pêşiya wî hetibû girtin û bi serde çû. Xwedê neke eger hineke din hatiba, em ji ber erdhejê neçûn, em dê ji ber lehiyê çûbûna. Spas  bo xwedê li gundê me ziyanên canî nîn in. Tenê ziyanên malî hene.”

Li vê derê xwarin, cilşûştin û paqijî hemû kar li ser milê jinan e. Lê beşek ji kelûpelên wan ên malê an  li ber lehiyê çûne an jî bikerî bikaranînê nayên.

Welatiya ku lehiyê zirar daye wan got “Çadira min di bin avê de ma. Min kelûpelên xwe neanîbûn, lê yên ku ji alîkariyê  dane min şil bûn û min ew jî avêtin derve.”

Jinên kampê di şert û mercên zehmet de jiyana xwe diborînin.

Bi xeyala wê rojê ne ku malek bo wan bê avakirin daku  ji vê jiyanê rizgar bibin.

Welatî anî ziman “Em heta sibê ji ber tirsa lehiyê raneketin. Te digot qey dê çadiran rake. Lehî gihişt pêşiya wê negihişt cihê razana me. Eger xaniyên me hatiban çêkirina baş bû û em dê ji vê rezaletê rizgar biban. Rewşa jiyana çadiran gelekî zehmet e.”

Di lehiyên roja Çarşemê de li Semsûrê û Rihayê herî kêm 16 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî bêserûşûn in.

Lehî û baran herî zêde jî bandorê qurbaniyên erdhejê yên di bin konan de  dike.

Li gor Netweweyên Yekbûyî piştî erdhejê li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 1.5 milyon kes bê xanî mane ku piraniya wan di konan de dimînin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye
Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir