Lêgerîna petrolê li Amed û Mêrdînê heta 2 salên din hat dirêjkirin

.

Şirîkatiya Giştî ya Petrolên Tirkiyê (TPAO) rûxseta lêgerîna petrolê li parêzgehên Amed û Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bo dema 2 salan dirêj kir.

Biryara li ser mafê petrolê ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Petrol û Madenê ya ser bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ve îro Înê 5ê Gulana 2023an di Rojnamaye Fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Li gor vê biryarê, li parêzgehên Amed û Mêrdînê rûxseta lêgerîna qadeke 61 hezar û 268 hektar zevî bo dema 2 salan heta 18ê Nîsana 2025an hat dirêjkirin.

Li parêzgehên wek Amed, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê lêgerîna petrolê berdewam e û herî dawî ji bo li navçeya Stewrê ya ser bi Mêrdînê ve lêgerîna petrolê bê destpêkirin biryar hatibû dayîn. Herwiha hatibû ragihandin ku ji bo wê projeyê TPAO 7.3 milyon lîreyê tirkî dê bê xerckirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 2ê Gulana 2023an di mitinga li Konyayê de ragihandibû ku li herêma Çiyayê Gabarê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê rezerveke petrolê ya nû hatiye dîtin ku dikarin rojane 100 hezar bermîl petrol berhembînin.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir