Laziqiye: Elewiyan ji tirsa êrişan berê xwe daye baregeha Rûsyayê

.

 Li bajarê Laziqiyeyê yê li beravên Sûriyeyê Elewî ji ber tirsa êrişan berê xwe daye baregeha Rûsyayê.

Êrişên komên çekdar ên nêzîkî Hikûmeta nû ya Sûriyeyê yên li dijî welatiyên Elewî karvedan li pey xwe anîn.

Ji bo ku xwe ji êriş û kuştinê biparêzin gelek malbatên Elewî berê xwe daye Baregeha Himêmîmê ya Rûsyayê ya li başûrê Laziqiyeyê.

Welatiya Elewî Abîde Şihaydî got:

“Ji nişka ve hatin û êrişî me kir, em kuştin, dost, cîran, zarok û kes û karên me kuştin, hemû kuştin, derbasî malan bûn û gule barandin.”

Li gundê Sinewberê yê başûrê Laziqiyeyê malbatên Elewî li goristaneke bikom qurbaniyên xwe vedişêrin ku ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin.

Li gorî amarên fermî 80 term di goristana bikom de hatine veşartin.

Hêzên Hikûmeta nû ya Sûriyeyê dibêjin ew bi hawara xelkê navçeyê ve hatin bi armanca ewlehî û aramiyê biparêzin.

Birêvebirê Asayîşa Giştî ya Laziqiyeyê Mistefa Kinêfatî anî ziman:

“Wezareta Parastinê, Îdareya Asayîşa Giştî, yekîneyên polîsan amade bûn û wan xelk diparast.

Gelek xelkê gundewarê beravê xwest tolhildanê bikin.”

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê nêzîkî 9 hezar Elewî ji ber êrişên çekdaran reviyabûn û li Baregeha Himêmîmê bi cih bûbûn û di heman demê de bi hezarên Elewî ji tirsa kuştinê berê xwe dabû Libnanê.

Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) di rojên 6,7,8 û 9ê Adara 2025an de di encama êriş û şer û pevçûnan de li berava Sûriyeyê, Laziqiye, Tertûs, Ceble û Banyas jî di nav de hezar û 383 sivîl hatine kuştin ku piraniya wan Elewî ne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle