Lahûr Cengî dest bi karê siyasetê dike

.

Lahûr Şêx Cengî derbarê rewşa navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek belav kir û ragihand, ji îro pê ve, ew wek Hevserokê YNKê dest bi çalakiyên xwe yên siyasî dike.

Lahûr Şêx Cengî di peyama xwe de ragihand: “Piştî sal û nîv ji navbereke dirêj, dawiya dawî bi biryara dadgehê hemû mafên me yên siyasî ji me re vegeriya, ku bi rewatiya kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û bi dengê endam û kadroyên dilsoz ên YNKê, me bi dest xistibû, loma ji îro pê ve em wek Hevserokê YNKê dest bi çalakiyên xwe yên siyasî dikin û bi piştevaniya hevalan û endam û kadroyên me ligel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê, hewla yekrêzî û pêkanîna xweşguzeranî bo welatiyan didin.”

Cengî dibêje: “Me di dema borî de jî çendîn car ragihandiye û niha jî tekez dikim ku pêwîstiya me bi yekbûn û vekirîbûna zêdetir e ligel Bexdayê bi rêya diyaloga niştimanî ligel hêz û aliyên Iraqî ji bo çareserkirina yekcarî ya kêşeyên hilawestî yên navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a Iraqê.”

Herwiha diyar dike: “Ez daxwaz dikim, nakokiyên siyasî deynin aliyekî û dest bidin hev û pêngavên rasteqîn û cidî biavêjin, da ku pêgeh û statuya siyasî ya herêma me bihêz û parastîtir bikin û miletê xwe jî ji vê rewşa nehemwar rizgar bikin û hêviyê bigihînin ciwanên xwe û xweşguzeranî û aramî ji bo civaka xelkê Kurdistanê dabîn bikin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle