Kurteçîrokên Nûjîn Qidoyê bi navê ‘Sê Rojên Mê’ hatin weşandin

.

Berhema nivîskara Kurd Nûjîn Qidoyê ya bi navê "Sê Rojên Mê" hat weşandin.

Pirtûka Nûjîn Qidoyê ji aliyê Weşanxaneya NAyê ya li Tirkiyeyê hat weşandin.

Berhema “Sê Rojên Mê” ji sê kurteçîrokan pêk tê û 80 rupel e.

"Balê dikişîne ser êş û azarên jina rojhilatî ya Kurd"

Nûjîn Qido derbarê berhama xwe de got:

"Sê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina rojhilatî ya Kurd a di nava nakokiyên şer û rûxandinên mezin de.”

Qido da zanîn ku ew naveroka kurtêçîrokên xwe dispêre bûyerên rasteqîn ên sala 2018an ên derbarê sê jinên bi temenên cuda yên li Rojavayê Kurdistanê.

Nûjîn Qidoyê herwiha da zanîn ku “Berhem hûrgiliyên jiyana her jinekê cuda pêşkeş dike. Kurteçîrok rastiya jiyana rojane û metirsiyên li ser kesayetê û jîngehê rave dike.”

Nûjîn Qido kî ye?

Nûjîn Qido bi eslê xwe ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1996an li Şamê ji dayîk bûye.

Wê wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê xwendiye lê ji ber şert û mercên şer xwendina xwe neqedandiye.

Nûjîn Qido niha li Almanyayê dijî.

Ji weşanxaneya Biblomanya romana wê ya bi zimanê Erebî ya bi navê "Telek li ser Milê Fata Morgana" hatiye weşandin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn