Kurdologa navdara kurd Prof. Dr. Zara koça dawî kir

.

Zana û Kurdnasa navdar Prof. Dr. Zara Aliyevna Yûsûpova piştî nexweşiyeke demdirêj di 88 saliya xwe de koça dawî kir.

Profesora navdar a Kurd Prof. Dr. Zara Aliyevna Yûsûpova piştî nexweşiyeke demdirêj roja 3yê Sibata 2022yan li bajarê Saint Petersburg ê Rûsyayê wefat kir.

Prof. Dr. Zara Aliyevna Yûsûpova ku tevahiya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina zaravayên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.

Yûsûpova yek ji zanyarên kedkar a dibistana Kurdolojiya Yekîtiya Sovyetê bû ku di bin serpereştiya Kurdzanê mezin Qanato Kurdo de bûbû pispora fîlolojiyê û di warê diyalektolojiya zimanê Kurdî de şarezaya herî bi otorîte bû.

Malbata Yûsûpova, tevî bi hezaran malbatên Êzidî ji herêma Wanȇ, ji ber zilm û zordariyê reviyaye.

Zara Aliyevna Yûsûpova di sala 1934an de li Tiflîsa paytexta Gurcistanê jidayîk bûye.

Di sala 1953yan de perwerdeya xwe bi pileya nuwaze bi madelyaya zêr temam kir û piştre ji bo xwendina zanîngehê berê xwe da Zanîngeha Lenîngrad.

Di sala 1958an de Fakulteya Rojhilatnasiyê li Zanîngeha Lenîngrad bidawî kir.

Piştre di salên 1958-1961ê de xwendina masterê di beşa Kurdî de temam kir.

Di sala 1965an de teza xwe ya doktorayê li ser zaravayê Kurmanciya Jêrîn amade kir.

Di sala 1992yan de careke din teza xwe ya doktorayê amade kir û bû profesora alîkar.

Prof. Dr. Zara Aliyevna Yûsûpova hemû jiyana xwe pêşkêşî zanist û zanyarî û warê ziman û edebiyata gelê xwe kir û hewldaneke bêhempa pêşkêşî zanista Kurd û zimanê Kurdî kir û 70 berhem ji gelê xwe re hiştin.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de