Kurdistanî cejna Qurbanê pîroz dikin

Li seranserî Kurdistanê kurdên misilman/sunnî nimêja cejna Qurbanê kirin û dest bi pîrozbahiyên cejnê kirin.

Li seranserî Kurdistanê kurdên misilman/sunnî nimêja cejna Qurbanê kirin û dest bi pîrozbahiyên cejnê kirin.

Îro, 11 Tebaxê li piraniya welatên îslamî/sunnî cejna Qurbanê ye.

Li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî kurdên misilman/sunnî nimêja cejnê kirin û bi qurbankirina ajelan dest bi pîrozkirina cejnê kirin.

Di cejna Qurbanê de xelk diçin ser goristanan û miriyên xwe bibîr tînin, diçin malên hev û pîrozbahiyê li hev dikin.

Salane bi hezaran kurd jî diçin hecê û cejna xwe li wir pîroz dikin.

Li gorî amarên fermî, îsal nêzîkî 2.5 milyon kes çûne hecê û li wir cejna Qurbanê pîroz dikin.

Misilmanên şîe, ku Îran serkêşiya wan dike, dê sibê bikin cejn.

Siyaset Haberleri

Jared Kushner ji bo plana aştiyê ya Xezeyê diçe Îsraîl û Misirê
Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya
Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt
Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin
Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin