Kurdistan24: Êrîşa li dijî tîma me ji hemû nirxên mirovahiyê dûr e

.

Piştî ku vê êvarê tîma Kurdistan24 ji hêla alîgirên PKKê ve li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê rastî êrîşê hat, Saziya Kurdistan24ê bi daxuyaniyekê, bi tundî şermezar kir.

Piştî ku vê êvarê tîma Kurdistan24 ji hêla alîgirên PKKê ve li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê rastî êrîşê hat, Saziya Kurdistan24ê bi daxuyaniyekê, ev êrîş bi tundî şermezar kir.

Saziya Medyayî ya Kurdistan24 di daxuyaniyê de ev êrîş weke destdirêjiya ser azadiya karê medyayê bi nav kir û tekez kir ku Kurdistan24 her dem bi awayekî profesyol li hember bûyeran tevgeriyaye û ti car ji gihandina peyama xwe ya profesyonel û rastbêj sar nabe.

Daxuyaniya Saziya Kurdistan24ê wiha ye:

Piştî ku vê êvarê tîma Kurdistan24 ji hêla alîgirên PKKê ve li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê rastî êrîşê hat, em bi awayê herî tund vê kiryarê şermezar dikin.

Mixabin ew êrîş ji hemû nirx û bingeha mirovahiyê dûr e û destdirêjiya li ser azadiya karê medyayê ye.

Em li vir ji hemû aliyan re radigihînin ku Saziya Kurdistan24 her dem bi awayekî profesyol li hember bûyeran tevgeriyaye û ti car ji gihandina peyama xwe ya profesyonel û rastbêj sar nabe.

Em pêwîst dibînin ku spasiya wan hêzên ewlehiyê bikin ku li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê hatin alîkariya tîma me, spas û pêzanînên me ji bo rojnamevanên hevkar û berpirsên navend û sendîka û rêxistinên mafên rojnamevanan û azadiya rojnamevaniyê hene, ku li hember vê reftara neberpirsane ya alîgirên PKKê, dengê xwe bilind kirin û ev êrîş şermezar kirin.

Saziya Medyayî ya Kurdistan24

18/05/2022

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê