Kurdên Swêdê Hoşîn Osman Sebrî spartin axê

.


Bi beşdariya malbata gorbihuşt, birayê wî Hoşeng Osman û xwişkên wî Hungur û Hêvî û hejmarek Kurdên Swêdê, Hoşîn Osman li goristana Jarfalla ku di nav welayeta Stockholmê de ye, spartin axê.


Di merasima binaxkirina Hoşîn Osman Sebrî de çi bigre hemû sîmayên naskirî yên ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. PAK-Ewropa bi qevdegulek beşdarîya merasimê bû.


Hoşîn Osman di 9ê tîrmehê çû ser dilovaniya xwe.

PAK Ewropa bi peyameke serxweşiyê malbata rehmetî kiribû.


Peyama PAK-Ewropa 

"Duh, di 09/07/2022an de, bi dilekî kovan û xemgîn me nûçeya mirina Hoşîn Osman Sebrî bihîst. Dilovaniya Xwedê lê be, ruhê wî şad û cihê wî bihuşta rengîn be. Em endam û alîgirên PAK Ewropa sersaxî ji malbata wî re, ji xizm, dost, heval û hogirên wî re dixwazln. Bila serê gelê kurd û kurdistanê sax be. "

Rûpela Nû / Swêd

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle