Kurdên Sûdanê daxwaza alîkariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêxwaziya Barzanî dikin

.

Kurdên nişteciyên Sûdanê ji ber şer û aloziyên navxwe yên Sûdanê, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêxwaziya Barzanî daxwaza alîkariyê dikin.

Li gor zanyariyan, Kurdên nişteciyên Sûdanê daxuyaniyek ji Kurdistan24ê re şandine û diyar kirine, zêdetirî 200 malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku xelkê navçeyên Girê Spî, Serê Kaniyê, Efrîn û Kobanê ne, ji ber şer û aloziyan li Sûdanê asê mane.

Yek ji wan welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku niha li Sûdanê ye û navê wî Îbrahîm e daye zanîn, zêdtirî 10 sal in ew malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê dijîn û niha asê mane û ti cihekî wan tune ye ku biçin, ji ber vê yekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin.

Herwiha Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku niha li Sûdanê ne, amaje bi metirsiya rewşê dikin û dibêjin, di vê rewşê de kes wan napirse û roj bi roj rewşa navxwe ya Sûdanê xirabtir dibe û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Parêzgariya Hewlêrê daxwaz dikin ku di rewşên awarte de her dem li cem Kurdan rawestiyane û alîkarî û piştevanî pêşkêşî wan kirine û alîkariya wan jî bikin û wan di demeke herî nêz de ji Sûdanê rizgar bikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin