Kurdên Êzîdî careke din ji Şingalê vedigerin kampan

.

Hejmareke malbatên Kurdê Êzdî ku vegeriyabûn Şingalê, careke din vedigerin kampên Herêma Kurdistanê. Vegera wan ji ber nebûna ewlehî û xizmetguzariyêan e. Li Şingalê derfetên jiyanê ji bo welatiyan nehatine çêkirin.

Hin ji van malbatên Êzdî di kampa Xankê ya parêzgeha Duhokê dimînin û piraniya wan naxwazin vegerin malên xwe û dibêjin ku rewş li Şengalê ne aram e û jiyan li wir gelekî zehmet e.

Ev  malbateke kurdên Ezîdî ye li Kampa Xankê li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, piştî ku çûbûne Şingalê careke din ew vegeriyane kampê û konê xwe çê dikin, daku li vê derê bimîn in.

Xelkê Şingalê Ferhan Gulî dibêje “Tu diçî cadeyê hinek cilên pasewanên niştimanî li wan in, hinek cilên pasewanên sînorî li wan in, hinek bi cilên PKKê ne, hinek bi cilên Pêşmerge ne, tu tiştek jê fêm nakî. Tu nizanî kî kî ye.”

Kesên ku li vê Kampê dimînin, piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê di 2014an de koçberî vir bûn, piraniya wan naxwazin vegerin, ku lo gorî wan rewşa Şingalê ne arame û pêdiviyên jiyanê yên sereke li wir nîn in.

Koçbera Şingalê Gewez Xidir got “8 sal di ser de derbasbû tiştek ji me re ava nekirin ku em vegerin. Dibûya hikûmetê xweş bikirina ku em vegerin. Niha zehmet e em nikarin vegerin.”

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî di 2014an de bêhtir ji 250 hezar kes ji Şingalê derbider bûn, ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê Niştecîbûn,  heta aniha nêzîkî 10 hezar malbat ji wan vegeriyane Şingalê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî