Kurdên Brîtanyayê şehîdên Helebceyê bi bîr tînin

.

 Di salvegera 36ê ya kîmyabarankirina Helebceyê de, li mozexaneya D-Day ya bajarê Portsmotê yê Brîtanyayê, ji aliyê hejmareke Kurdên Brîtanyayê ve merasîmek ji bo rêzgirtina li şehîdên Helebceyê hat rêkxistin.

Îro (Yekşem, 17.03.2024) li mozexaneya D-Day, bi merema rêzgirtina li qurbaniyên jenosîda Kurdan û zêdetir nasandina doza jenosîdê li derveyê welatî, Mala Kurdan li bajarê Portsmotê yê Brîtanyayê, di salvegera 36ê ya kîmyabarankirina Helebceyê de merasîmek rêk xist.

Ew merasîm bi amadebûna Lord Mayorê Portsmotê û serokê û endamên şaredariya wî bajarî û endamên Perlemana Brîtanyayê Peni Mordant û Stephen Morgan û Vekolerê Polîsên Hampşayerê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir hat kirin.

Piştî wê merasîmê jî, tacegula rêzlêgirtinê li baxçeyê Şehîdên Herlebceyê hat danan, ku wekî sembolekê ji bo rêzgirtina li şehîdên karesata kîmyabarankirina Helebceyê ew cih bi wî navî hatiye binavkirin û her sal di wê bîranînê de tacegulek ji bo rêzgirtina li Şehîdên Helebceyê li wê derê tê danan.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Li Îranê cezayê qamçiyan dan 2 çalakvanên jin ên Kurd
Yekîtiya Nivîskaran û Zanîngeha Dihokê li ser Rastnivîsîna Kurmancî hevnêrîn in
PWK: Em êrîşa nijadperest a li Zonguldakê li karkerên kurdhatîye kirin şermezar dikin
Mustafa Ozçelîk : Li Rojavayê Kurdistanê konferans pêş ket lê Rêveberiya Xweser, HSD û PYD ew mutabaqat pêk neanîn
Rapora civîna hevpeyvînê ya bi Dilbirîn Şengalî re