Kurdekî ku daxwaza penaberiya wî piştî 21 salan hat qebûlkirin canê xwe ji dest da

.

 Cenazeyê penaberê Kurd ê bi navê Şivan Omer Îbrahîm ê ku piştî 21 salan li Îtalyayê serlêdana wî ya penaberiyê hat qebûlkirin, li parkekê hat dîtin.

Serokê Weqfa Lûtke ya Karûbarên Penaber û Koçberan Arî Celal ji Rûdawê re ragihand, Şivan Omer Îbrahîm ê ku bi eslê xwe ji navçeya Zaxo ya Duhokê ye, di sala 2001an de çûye Îtalyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Celal diyar kir ku piştî biryara qebûlkirina mafê penaberiyê ya Şivan Omer Îbrahîm ê 49 salî, cenazeya wî di 17ê Hezîranê de li parkeke bajarê Ventimiglia ya Îtalyayê hatiye dîtin.

Serokê Weqfa Lûtke Arî Celal destnîşan kir, Şivan Omer Îbrahîm ku hat birin bo morga saziya tiba edlî ji ber nexweşiyekê canê xwe ji dest daye.

Celal got, “Rojek beriya wefata xwe telefonî malbata xwe kiriye û gotiye ez ê vegerim Kurdistanê lê mirina wî ya ji nişka ve rê neda.”

Arî Celal diyar kir ku wan bi malbata wî re têkilî daniye û ji bo şandina cenazeyê ji Zaxo re dê alîkariyê bikin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin