Kurdeke Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin piştî 11 salan hat rizgarkirin.
Dîma Emîn 24 salî ye û ji gundê Koçoyê yê Şingalê ye.
Ew û 8 kesên din ên ji malbata wê sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û Dîma wê demê 13 salî bû.
Dîma 3 salan li Sûriyeyê û zêdetirî 7 salan jî li Tirkiyeyê maye.
“Wan zarokên min ji min dizîn, xewnên min ji min standin”
Dîmayê bi van gotinan qala serpêhatiya xwe ya tehl kir:
“Ew jiyana ku ez tê de bûm gelekî ne xweş bû û min hemû cureyên şkenceyê dîtin.
Wan zarokên min ji min dizîn, xewnên min ji min standin û jiyana min wêran kir.
Ez ti carî li wan helal nakim, roja wan li cem Xwedê ye û Xweda jî mafê zilmlêbûyiyan winda nake.
Ez îro gelekî dilxweş im çimkî piştî 11 salan vegeriyame nav malbata xwe û welatê xwe.
Min jiyana xwe li xeribiyê bire serî û rojê xwe yên herî xerab dîtin.”
“Keçên me hene li hemû cihan”
Miluke Xidir şêniyeke Şingalê ye û li ser rizgarkirina Dîmayê biland:
“Ê bi Xwedê gelekî kêfa me tê û heçî kesê bi me ve rabû û alîkariya me kir mala wî ava.
Me divê hemûyan rizgar kin, keçên me hene li hemû cihan.
Li Tirkiyayê hene, li Sûriyayê hene, li Kampa Holê hene, li hemû cihan hene.”
Kesên ku Dîma pê re dane zewicandin hi Erebistana Siûdî ye, wî beriya niha bi salekê hewl daye ku bibe welatiyê Misirê lê ew ji ber pasaporta sexte li balafirgehê hatibe girtin.
Salekê girtî mane û beriya niha bi mehekê hatine berdan û Dîma ji destê wî reviyaye.
Xwe gihandiye malekê û xeber daye malbata xwe.
Evdilayê ku heta wekî îro 403 kes rizgar kirine ew jî rizgar kiriye.
Li Edeneyê bû
Evdila Şirêm bi xe jî Şingalî ye û wiha behsa wê pêvajoyê kir:
“Me bi rêka hevalan li Edeneyê hinek kes destnîşan kirin, wan Dîma bir mala xwe.
Doranên me hinek kes ji Dîlokê şandin û wan Dîma anî cem xwe. Teqrîben 15 rojan li mala wî bû û me îro ew derbas kire aliyê vî alî.
Em ji aliyê hikûmetê jî ve gelekî memnûn ku gelekî alîkarî bi me re kir.
Heta niha ji malbata Dîmayê dêya wê, xwişkeke wê û 2 birayên wê hatine rizgarkirin lê bavê wê û 2 birayên wê heta niha jî winda ne.
Rûdaw