Kurdek wekî ‘Balyozê Aştiyê yê Rojhilata Navîn’ hat hilbijartin

.

 Di Kongreya Aştiya Cîhanî ya ku li Qahîreyê hat lidarxistin de, berpirsê Kurd Adil Mela Salih wekî “Balyozê Aştiyê yê Rojhilata Navîn” hat hilbijartin û xelatkirin.

Adil Mela Salih got, “Ev ne tenê unvanek e, di heman demê de berpirsyariyekî mirovî û exlaqî ye.”

Kongreya Aştiya Cîhanî ku li Qahîreya paytexta Misirê hat lidarxistin, îsal bi beşdariya 22 welatên Erebî û 500 endamên kongreyê hat lidarxistin.

Birêvebirê Medya û Ragihandinê yê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Adil Mela Salih, tekane nûnerê Kurd bû ku ji bo kongreyê hatibû vexwendin.

Adil Mela Salih ji aliyê kongreyê ve wekî “Balyozê Aştiyê yê Rojhilata Navîn” hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin.

Adil Mela Salih ji Rûdawê re got:

“Di nava 500 delegeyên kongreyê de tenê ez Kurd bûm ku ji çar aliyên Kurdistanê hatibûn vexwendin.”

Adil Mela Salih diyar kir ku di kongreyê de axaftin li ser rêyên danûstandinên aştiyane û çareseriyên ji bo bidawîanîna şerên li Rojhilata Navîn bi taybetî nakokiyên di navbera Îsraîl û Libnanê de hatin kirin.

Adil Mela Salih her wiha di gotara xwe ya kongreyê de behsa dîroka gelê Kurd, Enfal û komkujiyan Barzanî û Kurdên Feylî kir.

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe