Kurdan li Kerkûkê piraniya kursiyên encûmenê ji dest dan

.

Hejmartina dengan a Kerkûkê bi dawî hat û Kurdan piraniya kursiyên encûmena wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê ji dest dan.

Di hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan de, li Kerkûkê aliyên Kurdî zêdetirî 239 hezar dengan bi dest xistine.

Ereb û Tirkmenan bi hev re zêdetirî 305 hezar deng bi dest xistin.

Li gorî dawî amarên Komêsyona Hilbijartinan û Cudakirina Dengan, heya piştî nîvroya îro dengên aliyên Kurd li Kerkûkê bi vî awayî bûye:

YNK 155 hezar û 48 deng, PDK 52 hezar û 65 deng, Nifşê Nû (Newey Niwê) 24 hezar û 954 deng, lîsta Meşxel ku ya Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgerê ye 6 hezar û 655 deng û Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê jî 397 deng bi dest xistin.

Ew encam jî nîşan didin ku YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî bi dest xistine.

Nifşê, Komel û Yekgirtû û Sosyal Demokrat nekarîn ti kursiyekê bi dest bixin.

Aliyên ne Kurd li Kerkûkê, 8 kursî bi dest xistine.

Piştî 18 salan hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin kirin lê Kurdan nekarî bi yek lîsteya Kurdî beşdar bibin û piraniya encûmenê ji dest da.

Çavdêrekî Partiya Demokrata Kurdistanê got ku Nifşê Nû, Komel û Yekgirtû li gel PDK yan YNKyê beşdarî hilbijartina bûba, Kurdan dê 9 kursiyên Encûmen parêzgeha Kerkûkê bi dest bixistana.

Berpirsekî Komela Dadgerî jî dibêje, PDK û YNK bûne sedem ku yek lîsta Kurdî li Kerkûkê nebe.

Pêvajoya cûdakirina dengan li Kerkûkê bi dawî hat û Komîsyonê ragihand, "Hemû dengên nava sindoq û raporên elektronî wekî hev bûn."

Di sindoqên 112 navendên dengdana taybet û giştî de, Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê 4 hezar û 390 deng û Partiya Demokrata Kurdistanê jî hezar û 629 deng bi dest xistin.

Çavdêr û berpirsên YNK û PDKê di wê baweriyê de ne ku eger her du alî bibin yek, ev deng dikarin hevsengiya hêzê vegerînin.

Li gorî nûnerên YNKyê, berbijêrê Babîlon ku nêzîkî YNKyê ye, dengên pêwîst bi dest xistine û kursiya kota ya mesîhiyan li Kerkûkê bi dest xistiye.

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin