Kurdan li Kerkûkê di nava 5 salan de 126 postên hikûmetê ji dest dane

.

Di heyama pênc salên borî de, Kurdan li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê nêzîkî 126 post û erkên hikûmetê ji dest dane. Di civîna dawî ya partiyên Kurdistanî li baregeha YNKê de, her kes li ser wê yekê hevdeng bû ku hewla bidestxistina postan bidin.

Berpirsê Peywendiyên Navenda YNKê Cengî Izedîn ji Rûdawê re got, “Ji 149 postên Kurdan li Kerkûkê, bi baweriya min 120 post di destên me de nemane. Komîteyeke bi navê hevsengî heye, me xwe ji wê komîteyê dizî ye ji ber ku em dixwazin hevsengî di hemû astan de hebe.”

Aliyên Ereban ku piraniya postên Kurdan bi destê xistine, red dikin ku di vê mijarê de tekperestî hebe û amadebûna xwe ji bo cîbicîkirina pirsa dabeşkirina postan bi rêya komîteya hevsengiyê di navbera civakan de nîşan da.

Berdevkê Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê Hatim Taî got, “Di desthilatdariyê de tekperestî nîne, berovajî vê yekê nûnerên hemû civakan li parêzgehê hene. Birayên parlamenterên Kerkûkê bi berdewamî çavdêriya hemû çalakiyên parêzgehê dikin.”

Cadeya Kurdan li Kerkûkê hemfikir in ku Kurd bêyî yekîtiyê nikarin rola xwe ya berê bi dest bixin.

Welatiyê Kurd ê ji taxa Îmam Qasim a Kerkûkê Fazil Reşîd ji Rûdawê re got, “Eger aliyên siyasî yên Kurdan bibin yek, dikarin wan postan wegrînin. Eger yekrêzî nebe em ê yên mayî jî ji dest bidin.”

Welatiyê Kurd ê ji taxa Azadî ya Kerkûkê Cemîl Esed jî anî ziman, “Eger mebesta her du partiyan Kurdayetî be bila yek ji yekî bibore, eger tawaneke te hebe bila ez we biborim an jî berovajî.”

Li ser 4 qaymeqamiyetên Kerkûkê, navenda bajêr jî di nav de çi di destê Kurdan de nîne. Li her 12 navçeyên parêzgehê tenê du rêveberên nahyeyê hene lê partiyên Kurdistanî dibêjin ku ewê dawî li hevsengiyê bînin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt