Kurd û paşeroja Sûriyeyê: Daxwaza ji bo destûreke dadperwerane û yekrêziya neteweyî

.

Rûdawê li bajarê Kolnê Almanyayê bi pêşkeşkariya Dilbixwîn Dara dîbeyteke taybet li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Siyasetmedar Akîf Hesen, Parlamentera Kurd a Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan a Almanyayê (CDU) Seyran Papo, Alîkarê Serokê Komeleya Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî, Parlamenterê Herêma Berlînê Jiyan Omer û Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Federal a Almanyayê Qasim Tahir Salih beşdar bûn.

Di dîbeytê de mêvanan bal kişand ser wan astengiyên ku Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî wan dibin, bi taybetî piştî hatina Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên çekdarên ên ku nêzîkî Tirkiyeyê.

Siyasetmedar û Birêvbirê Ahenga Newrozê ya li Kolnê Akîf Hesen rexne li wê ragihandina destûrî girt ku vê mehê wekî destûra demkî ya qonaxa derbasbûnê ya Sûriyeyê hat ragihandin.

Akîf Hesen got, "Destûr ji bo me Kurd, Elewî û kêmîneyan tinazî ye. Destûreke ku hemû pêkhateyên din paşguh dike. Bi baweriya min destpêkeke şaş bû."

Wî tekez kir ku rayedarên nû yên Sûriyê "bawer dikin ku gelê kurd wek berê ye û hîn jî hişyar nîne, di xewê de ye û dikarin wan bixapînin û ber bi vir û wir ve bibin û rizgar bibin lê vê carê ew dê ji vê yekê derbas nebin."

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn