Krîstiyanên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê

.

 Krîstiyan duyem mezintirîn ola li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku beriya krîza li wî welatî û li gor amarên fermî yên hikumetê rêjeya wan derdora ji %10 bû, lê niha nîvê wan koçber bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hebûna wan herî zêde li Qamişlo ye û piştre Heseke û li Dêrik, Tirbêsipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û bi rêjeyeke kêmtir li Til Temir û Reqa û beriya niha li Serê Kaniyê hebûn.

Ji 2 milyon û 600 hezar Krîstiyanên Sûrî, 350 hezar li Rojavayê Kurdistanê bûn.

Li gor navenda lêkolînên Krîstiyanan, hejmara wan li seranserê Sûriyê ji 800 hezar heya milyonekê ye û li Cezîra Rojavayê Kurdistanê 130 ta 150 hezar Krîstiyan mane.

Xwedî du netew û 11 mezheb in;

Netew: Siryanên Aşûrî û ermenî

Mezhebên sereke: Ortodoks, Katolîk, Protestan

38 dêr li nava Şamê û 67 dêr li gundewarên wê hene;

Tertûs 39

Heleb 56

Idlib 10

Hums 28

Hema 11

Lazqiyê 18

Hesekê 52

Dera 7

Siwêda 5

Dêra Zorê 5

Piraniya  Krîstiyanên deverê jî Siryanî ne û ji milê netewî jî Siryan Aşûrî ne.

Li her bajarên ku lê dimînin taxên wan destîşankirî ne, tevî ku hevjînî di navbera wan û pêkhatiyên din de qedexekirî ye, lê serederî û têkiliyên baş di navbera wan û pêkhateyên din de heye.

Vîviyan Fetah /Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin