Kremlînê bersiva Erdogan da

.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser axaftinên Serokomarê Tirkiyê da û got: “Xelet e mirov ji welatên ji bo ku cîhanê ji faşîzmê rizgar bikin, fedakarî kiribin û gelek qurbanî dabin, bi awayekî sivikatî bêje mistek welat.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di dema serdana welatê Angolayê de li ser rêveberiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku Rûsya jî endameke daîmî ye, gotibû “Pêwîst e Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bê sazkirin. Nabe çarenûsa mirovahiyê ji rehma mistek welatên Şerê Cîhana Duyem re bê hiştin.”

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser pirsa rojnamevanan bersiva gotinên Erdogan da û got: “Ji ber ez bi Tirkî dizanim, dixwazin guhê xwe bidim Tirkiya wê û bersivê bidim. Wek tê texmînkirin hûrgiliyên biçûk girîng in. Eger li wergera wê ya Rûsî binêrim, ji aliyê dîplomasiyê ve nayê qebûlkirin mirov ji welatên bo cîhanê ji faşîzmê rizgar bikin hemû bar hilgirtibin ser milê xwe, fedakarî kiribin û gelek qurbanî dabin, bi awayekî sivikatî bêje mistek welat.”

Peskov herwiha got jî, “Min guhê xwe neda orjînala gotinên Erdogan ê Tirkî, lê teqez ez ê vê bikim.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle