Kremlîn: Putîn di serdana xwe ya Tehranê de dê bi Erdogan re bicive

.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê di serdana xwe ya ji bo Tehranê de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyip Erdogan re jî bicive.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê hefteya bê di serdana xwe ya ji bo Tehranê de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Peskov got, “Ji bilî civîna sê alî, helbet dê hevdîtinên dualî jî hebin. Duh jî me ragihandibû ku dê di navbera Putîn û Erdogan de têkiliyên di asta bilind de hebin. Li wir jî dê civînek were lidarxistin.”

Peskov da zanîn ku hevdîtina sêalî dê di navbera Pûtîn, Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de pêk were û got: “Ji bo serdana Tehranê amadekarî tên kirin. Li vir dê di navbera serokên welatên garantor ên pêvajoya Astanayê de civînek bê lidarxistin. Wek tê zanîn ev yek di çarçoveya pêvajoya aramiya Sûriyê de ye.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin