Kremlîn: Di mijara Sûriyê de bi Tirkiyê re nakokiyên me hene

.

Berdevkê Kremlînê Peskov got, “Di mijara Sûriyê de bi Tirkiyê re nakokiyên me hene.”

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku asta peywendiyên Moskow-Enqere "derfetê dide ku cudahiyên nerînên li ser Sûriyê bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

Peskov ji bo bernameya "Moskow. Kremlin.Putin" ya ku di televizyona dewletê ya Rûsyayê Sputnikê tê weşandin de axivî û got, “Di mijara Sûriyê de bi Tirkiyê re nakokiyên me hene. Berê me karîbû wan li Soçiyê belav bikin û ji holê rakin. Weke tê bîra we, belgeyeke ku ji aliyê du wezîran ve hat xwendin, hat îmzekirin. Piştre me gotinên Serokkomar Erdogan bihîst û nûnerên me jî daxuyanî dan û diyar kirin ku em ji bicihanîna erkên Tirkiyê ne razî ne.”

Sputnikê ragihand, “Lê bi Tirkiyê re çîrokeke din a xweş heye. Asta peywendiyên me û aqilmendiya siyasî rê dide ku em nakokiyên wiha ne bi rûbirûbûnê lê her çend dûr û dirêj be jî bi danûstandinan çareser bikin.”

Peskov her wiha anî ziman, “Ev asta ji hev têgihiştin û rêzgirtina ji hev re bi rastî bingeheke baş e ji bo şêwirdarîya rewşên wiha dijwar.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt