Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku danûstandinên aştîyê yên Rûsya û Ukrayna dibe ku sibê Sêşemê li Tirkîyê jinûve destpê bikin.
Kremlînê ser danûstandinan dîyar kir ku heta niha ‘’her çiqas pêşdeçûneke kêm çêbûye’’ danûstandinên rûbirû ‘’girîng’’ in.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û hemtayê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan do Yekşemê bi rêka telefonê axifîbûn û her duyan li hev kiribûn ku danûstandinên ser aştîyê li Stenbolê çêbin.
Karbidestên Tirkîyê dibêjin ku dibe ku danûstandin îro Duşemê destpê bikin, lê Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku danûstandiner ancax îro bigêhînin Stenbolê û ne li ber e ku hevdîtin îro çêbin.
Peskov ji rojnamevanan re da zanîn ku ser hevdîtina belkîyî ya Putin û hemtayê wî Ukraynî Volodymyr Zelenskyy jî ti pêşdeçûn çênebûye.
Kurdistan Haberleri
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike