Koşka Spî li ser Sûriyeyê daxuyanî da

.

Koşka Spî da zanîn ku “Serok Joe Biden bûyerên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne” û diyar kir ku ew bi “şirîkên xwe yên herêmî” re bi berdewamî di pêwendiyê de ne.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Sean Savett li ser Xê derbarê şer û aloziyên li Sûriyeyê û rûxana rejîma Beşar Esed daxuyanî da.

Sean Savett diyar kir ku Biden û tîma xwe pêşhatên “awarte” yên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.

Savett di parvekirina xwe de her wiha anî ziman:

“Serok Biden û tîma xwe ji nêzîk ve pêşhatên awarte yên li Sûriyeyê dişopînin û bi şirîkên xwe yên herêmî re bi berdewamî di pêwendiyê de ne.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got:

“Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî ragihand, “Heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin.”

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be